Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola nearam

18:58 - 4 Nîsan 2021

Kerîm Perwîzî

Êvarê genc û ciwanên gund, dar kom kiribûn û dixwastin agirê Newrozê, ev agirê pir ji nîşane û hêmayên netewî hil bikin, ku ji nişkê ve pêşmerge derketin, gurra agir ji wan standin û agirê wan hilkirin! Di wê demê de netenê xelk, belkî tev surûşta derdor jî, bi heyrîmayî çav ji wê agirê dikir! Agirê Newrozekê ku pêşmerge bo nîştiman hil bike, tu bêjî çi peyamek pê be?

Di wê demê de sedan kîlometr vêdetir, di kunceke din a nîştiman de, êvar bû û xelkê bajar mijûl bûn hêdî hêdî herine mal, ku ji nişkê ve desteyek ji hezkirîtirîn xortên nîştiman, wate pêşmergên Kurdistanê hatine nav şeqam û bi dengê bilind û bi alaya Kurdistanê hawar kirin ku peyamek bo wê Newrozê li cem wan e.

Piştî saleke tejî ji bela ku dagîrker zêdetir hewil dida rojreşiyan zêde bike, pêşmerge bi alaya xemilîn û meşxelên Newrozê ve çûne nav xelkê û peyameke asayî li cem wan bû: “Em di nav hundirê nîştiman û netewa xwe de ne, em we bitenê nahêlin”.

Piştî du hefteyan, li çiyakî bilind ê Kurdistanê, alayeke pir mezin bejna çiya veşart û têkoşerên gel hevdem digel bilindkirina alayê, peyama pêşmergên xwe jî dubare kirin.

Ew bûyerane herçiqas asayî têne ber çav û belkî wisa bizanin ku hemaseyeke mezin nehatiye afirandin, lê rastiya jîngeha siyasî û hizriya wê, coreyeke din e.

Civatgeha Kurdistanê hişyar e û neraza ye da ku bi wan hereketên pêşmergan veciniqin û rabine ser xwe, belkî tiştek din rastî perîşaniyê hatiye û herçiqas hewil dide ku xwe nîşan nede, lê perîşaniyên wê zêdetir dibin û goma wê, lê tê şilqandin.

Dagîrker hewla zêde daye ku bêje, Rasan tenê çend kiryareke demkurt a leşkerî ye û bi êrîşa leşkerî û mûşekbaran û teknolojiyaya pêşketî ya Rûsî û Çînî, serkut dike, lê peyama Newroziya îsal ya pêşmergane, tev direw û çîrokên xiyalî yên wan vala derxistin û dujminê dagîrker evê ku çavê wê/wî ji hişyarî û mafxwaziya netewa Kurd û evîndarê alaya bilin a nîştimanê bilin nabe, rastî veciniqînê aniye ku Rasan û xebata Kurd, tiştek ji wê aliyê sînoran û tenê çend kiryareke leşkerî a demkurt nîne, belkî heqîqeta wê eva ye ku:

Rasan hezkirî ye bo nîştiman û îrade ye bo berdewamî.

Her çawa ku rêberê mezin gotiye, di dîrokê de nehatiye tomarkirin ku neteweyek amadeya dana nirxa azadiyê be û dujminan karîbin wê reş bikin. Her lewma amadebûna pêşmerge bi alaya ser milê wan ve di nav xelk û xemilandina çiyayên Kurdistanê bi alaya bilind a nîştimanê û renge dehan kiryarên din yên dahênerî jî li pey be, ev givaşa giran e ku pantahiya xiyalên koloniyalîstan dişilqîne û xewnê wan ji wan dirizîne.