Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê ber bi zuhabûnek yekcarî ve diçe

12:19 - 26 Çirriya pêşîn 2021

Gola Urmiyê di rewşek xirab de ye û ber bi zuhanbûna yekcarî ve diçe û bi beravird digel sala derbasbûyî nivî bûye û eva metirsiyeke gelek micid bo ser jîngeha derdorê gola Urmiyê heye.

Di vê derheqê de yek ji “Endamê Encumena Metirsiyên Jîngehî yê Rejîma Îranê” îdia kiriye ku ger baran nebare û kar bo vejîna golê neyê kirin, ew gole dê heya dawiya demsala Payîza îsal ji nav here û bi yekcarî bê hişkkikrin.

Tevî ku rohn nîne bûdceyên dabînkirî bo gola Urmiyê bi çi qasî bûne û di çi cihekê de hatine xerckirinê, gotinên cuda li ser pereyê xerckirî hene wekî mînak berpirsê Ofîsa Zindîkirina Gola Urmiyê gotiye, “heta sala 1399an a Rojî zêdetir ji 6 hezar milyard Tumen hatiye xerc kirin” û di cuheke dinê de gotiye ku “15 hezar milyard Tumen hatiye xerckirin”.

Neşiyan û gendeliya berpirsan û nezanistîbûna bernameyên rejîmê bo parastina wê golê, ew gola ber bi zuhabûna yekcarî ve biriye ku eger gola Urmiyê zuha bibe, dê trajêdî û krîzek jîngehê li çendîn parêzgehên derdora wê golê de biqewime.