Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê bû qurbaniya dizî û direvê berpirsên Rejîmê

12:48 - 14 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Îran dibêje hekî Tirkiye bixwaze dikare pê gola Vanê, gola Urmiyê ji hişkbûnê rizgar bike.

Îsa Kelanterî, berpirsê rêkxistina jîngehparêziya rejîma Îranê got: pêka jêvekolînan jêre îsbat bûye Ku îmkana wê yekê heye ku hekî Tirkiye razî be, em dikarin bi veguhastina ava gola Vanê, gola Urmiyê ji hişkbûnê rizgar bikin.

Kelanterî bi işare kirin bi mitali`e kirina 2 salî li ser çawahiya veguhastina ava gola Vanê bo nava gola Urmiyê got: ava gola Vanê dikare hêviyek be ji bona rizgarkirina gola Urmiyê.

Dûriya herduk golan 165 kîlometre, kûrahiya gola Vanê 350 metre û li ber kêlega bajarê Vanê li bakûrê Kurdistanê hilketiye.

Deshilatdarên rejîma Îranê ku çendîn salanin ku bi navê wejandina gola Urmiyê hey`etan pêk tînin, û heta niha hezaran milyard tûmen bûdce jêre hatiye diyarî kirin.

Carekê bûdce hate diyarî kirin ku av ji Çemê Eres ve bo nava gola Urmiyê bête veguhastin, careke din bûdce danan ku avbendan berdin û kanalên taybet bo veguhastinê lêdin, carekê li gel kompaniyayeke Almanî wajo kirin, ku heta naha jî tu pêngawek bi kiryar nehatiye avêtin û bi navê wejandina gola Urmiyê hemû bûdce di nava xwe de dizîne û xwarine.