Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê bûye navenda toz û xwelî

17:50 - 13 Kanûna pêşîn 2021

“Hesen Ebasnijad” Birêveberê Giştî yê Parastina Jîngeh a parêzgeha “Tewrêz”ê rewşa gola Urmiyê karesatbar daye zanîn û gotiye ew gole mezintirîn navenda toz û xweliyê ye.

“Hesen Ebasnijad” digel vê ku îşare bi hebûna 25 qopî û hevzên avrêj bo nav gola “Urmiyê” kiriye, gotiye: “Rewşa her yek ji wan qopiyan roj li pey rojê ber bi xirabbûnê ve diçe û divê gellaleyek nû û lezgîn bo rizgarkirina wê golê bikeve warê cîbicîkirinê.

Rewşa gola “Urmiyê” di heyama 15 salên derbasbûyî de di rewşeke krîzî de bûye û berpirsên dewleta “Ehmedînijad” Serkomarê du dewrên berî niha û “Hesen Rûhanî” Serkomarê berê yê rejîma Îranê, çend caran bas ji birêvebirina hin gellaleyan bo vejîna wê golê û serkevtina wê pirojeyê kirine, lê ti yek ji wan bi qazanca golê nebûye.

Li gor raoprên belavkirî yên rejîma Îranê, dewleta berê ya rejîma Îranê bo vejandina gola “Urmiyê” 15 hezar milyard Tumen xerc kiriye, lê heya niha raporek rêkûpêk li derheq rêjeya serkevtina projeyan û herwisa xercên wê nehatiye belavkirin.