Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê piştî 7 salên din dê bê ser rewşa xwe ya asayî

12:45 - 17 Çirriya paşîn 2020

Serokê Saziya Jîngeha rejîma Îranê, “Îsa Kelanterî”, di civînekê de digel Nûçegehaniya “Anatolî” de gotiye: “Di gellaleya vejandina gola Urmiyê de 3 salên yekem bo cihgirbûna rewşa wê golê bûye û 4 salên din bo vejandina wê hatiye diyarîkirin.

Wî karbidestê rejîma Îranê bas ji vê yekê jî dike ku heta 7 salên din gola Urmiyê rewşa wê dê baş be û bi panahiya 4 hezar û 300 metrê çargoşe û 15 hezar metirê çargoşe ava wê dê hebe.

“Îsa Kelanterî” berê jî bas ji wê hindê kiribû, ku %80 deştên Îranê zuha bûne û krîza hişkesalî û  kêmavî li Îranê de ber bi rewşeke xirab ve diçe.

Gola Urmiyê ber bi zuhabûneke yekcarî ve diçe û berpirsên rejîma Îranê bilî siloganan ti hevlek din bo çareseriya wê pirsgirêkê nadin.

Li sala 1375an bilî kêmavî, çendîn arîşeyên din di parêzgeha Urmiyê de pêk aniye ku bûye sedema hişikbûna bax, daristan û rûbaran û herwisa lêdana bîrên avê yekek ji arîşe û sedemên sereke yên hişkbûna gola Urmiyê ye.

Li hegera hişkbûna gola Urmiyê, bi panahiya 300 hezar hiktar çolatî û deştayî li derdorê wê gulê yê çêbe û bi sedema xwêya bi cihmayî, jiyana xelkê wê deverê rastê metirsiyê bê.