Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Google hesaba bikarhênerî ya tora “HAUSA TV” di torên civakî yên “YouTube” û “Gmail” daxistin

16:56 - 12 Çirriya pêşîn 2020

Google hesba bikarhênerî ya tora “HEUSA TV” ya Cihgirê Derve yê deng û rengê Îranê bo cara 2emîn di nav torên civakî yên “YouTube û Gmail”ê de daxistin ku bi sedema binpêkirina yasayên wan torên cîvakî ji aliyê “HEUSA TV”yê ve bûye.

Roja Yekşemî, 11ê Çirriya Pêşîn, “Google” bo cara 2emîn hesba bikarhênerî ya tora “HEUSA TV”yê di nav torên civakî yên “YouTube û Gmail”ê daxistin, pêka daxuyaniya “Google”, wan siyasetên bikarhênerî yên wan torên civakî binpê kirine, lewma hesabên bikarhênerî yên “HEUSA TV” û “YouTube û Gmail”ê, daxistine.

Çend roj beriya niha jî, hesabên “HEUSA TV &Radio”yê di torên civakî yên “Facebook û Instagram”ê de hatibûne daxistin.

Zimanê “hewsa” yek ji zimanên welatê “Çad”ê ye, “Hewsa” zimanekî Afro-Asiyayî ye ku di çendîn welatên Afrîqayê de zêdetir ji 35 milyon kes bi wî zimanî diaxivin.

Rejîma Îranê bona belavkirina armancên xwe ku ji alozîxistin û afirandina fitneyan, mifahên nerênî ji hemû torên civakî verdigre û hewl dide bi piraniya zimanên cîhanê banghêjiyan bo siyasetên xwe yên çewt bike.