Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Gordon Sondilind”: Mikanîzma taybet bi Ewropayê bo parastina “Bercam”ê bêbandor e

11:56 - 18 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: “Gordon Sondilind” balyozê Amerîkayê di YE de ragehand ku hewlên taybetî ên welatên Ewropî bona parastina “Bercam”ê bê encam e, jiber ku şirket û navendên ticarî ên navneteweyî pê re hevkariyê nakin.

“Gordon Sondilind” di hevpeyvîna bi “Euronrws”ê  re ragehandiye ku ew digel hewlên YE nînin ji bo parastina “Bercam”ê nînin.

Bi baweriya “Gordon Sondilind” piraniya kompaniyan ji vê mikanîsmê mifahê wernagrin. Ew di hembeî hilbjartinekê de ne. Ew dikarin bi Amerîkayê re bikevin nava ticaretê de. Yan jî bi Îranê re, lê nikarin bi her du welatan re bikevin nava têkiliyan de. Lê niha gellek ji kompaniyan em dibînin ku biryareke rast û dirust dane.  

“Birayan Hok” berpirsê girupa taybet ya “Karê Îranê” jî ragehandiye: “Rejîma Îranê sebebkarê van êş û azaran e, ne tehrîmên Amerîkayê. Eva rejîma Îranê ye ku dixwaze hûn bawer bikin, lê vê yekê tu sedemeke wê nîne. Ew yek îznê dide rejîmê, ku guneh û karên xirab ên xwe di heyama 39 salan  gendelî û birêveberiya xirab û kiryarên tundûtîj di Rojhilata Navîn û vêdetir jî, bixe stûyê aliyên din.

Lewra niha di dehan bajarên Îranê de nerazîbûn heye, û mamostayan û kamyondaran girev girtine. Xamineyî roja borî her di vê derheqê de ragehand ku ji niha şûnda dibe em bera xwe bidin Rojilata cîhanê, ne Rojava. Jiber ku nihêrîna li Rojava û Ewropyaê ji bilî mehtelkirinê, û minetkêşanê, û biçûk bûnê tu tiştek tê de tuneye.