Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Goştê mirîşkan bi nirxeke gelek bilind tê firotin

13:08 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2021

Nirxa diyarîkirî ya goştê mirîşkan 24 hezar û 900 Tumen e, lê di bazarê de peyda nabe û xelk neçarin di bazara azad de bi nirxa 39 hezar û 900 Tumenî bikirin.

Bi sedema gendelî li dabeşkirina goştê mirîşkan bi nirxa diyarîkirî, piraniya xelkê neçar mane ku goştê mirîşkan bi nirxa bazara azad ku nêzî 40 hezar Tumenî ye bikirin û di wê rewşa xirab a aboriyê de gelek kes nikarine goştê mirîşkan bikirin.

Wekî mînak di bajarê Polduxterê de pêka biryara rejîmê her rojê 6 ton goştê mirîşkan bi nirxa diyarîkirî para wî bajarî ye, lê berpirsên rejîmê bi sedema gendeliyê her rojê tenê 2 û nîv heta 3 ton goştê mirîşkan bi nirxa diyarîkî tê firotin ku ew qas goşt têra xelkê nake û xelk naçar mane ku kîloya goştê mirîşkê bi nirxa 40 hezar tumenî bikirin.

Di wê derheqê de “Nadiya Emrayî” Cihgira Fermandarê Polduxterê îtiraf kiriye ku, dabeşkirina goştê mirîşkan nedadperwerane ye ku nerizayetiya xelkê jî li pey xwe aniye.

Ti zêrevaniyek li ser parvekirina goştê mirîşkan nayê kirin û bi sedema gendeliya berpirsan, ew goşt bi nirxa diyarîkirî, nagihîje destê xelkê.