Teqîn û agirpêketin li gumrika “Îslam Qel`e” bû sedema birîndarbûna zêdetir ji 60 kes û herwisa di çend amarên cuda de, 300 heta 500 tankerên şewat û gaz di wî agirî de teqiyane û ji nav çûne.
Li 14ê Şibatê, teqîna tankêreke gazê li gumrîka “Îslam Qel`e” ya wilayeta “Herat” li Efxanistanê, bû sedema teqîn û şewitîna zêdetir ji 300 tankerên şewat û gazê, û zêdetir ji 60 kesê jî birîndar bûne û xisareke zêde ya malî bi qasî 50 milyon Dolar lêketiye.
Gumrika Îslam Qel`e, li ser sînorê wilayeta “Herat” a “Efxanistan”ê digel Îranê yek ji gumrikên girîng yê aborî û ticareta “Efxanistan”ê ye.
Pêka hin çavkaniyan ew teqîn û agirpêketin hêla veguhastina berqa 132 kîlowatî ya Îranê bo Efxanistanê xisar pêketiye û berqa wilayeta “Herat”ê qut bûye.
Berpirsê kilînîka “Îslam Qel`ê” li wilayeta Heratê, “Nûr Ehmed Mihemmedî” daye zanîn ku: “Xisarên wê agirpêketinê renge zêdetir bibe û sedema wê agirpêketinê hêj rohn nîne”.