Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gumrika Sêro ti qazancek bo xelkê nîne

15:46 - 20 Çirriya pêşîn 2020

Gumrika “Sêro” li bajarê Urmiyê, ji aliyê aborî ve ti qazancek bo xelkê nîne û bi tenê xelk dikarin bi çemedan hindek tiştan li wê gumrikê veguhazin.

Xelkê dervera “Soma û Biradost” dane zanîn, ku çendîn dehik e li gumrîka “Sêro”yê, xelk bi tenê bi çemedanan ticaretê dike ku dahateke wiha tinîne.

Ji aliyeke din ve, welatî dane zanîn ku baca gumrikê li ser tiştan bi berdewamî zêde dibe û heta tacir jî êdî nikarin ti qazancek ji kirîn û firotina li sînor bikin.

Xelkê devera “Soma û Biradost” dane zanîn ku siyasetên aborî yên rejîma Îranê bûne sedem ku piraniya ciwanên wê deverê bêkar bimînin.

Di vê deverê de, ti kargeh û karxaneyek tinîne û xelkê deverê hêvîdarbûn ku di wê gumrikê de kar bikin, lê ew jî bo wan nehatiye kirin.

Tevî wê yekê ku ew gumrik cihekî baş bona geşeya aborî ye, lê bi tenê maşîn di wir de kom dibin û hindek caran perê Tirkiyê dikirin û difroşin.

Heyamê çendîn salan e ku biryar hatitiye dan ev gumrik bibe devera azad a ticaretê, lê soz li ser kaxezê mane.

Xelkê wê deverê dane zanîn, ku gumrik dibe bibe sedema geşeya aborî, lê di wê deverê de bûye sedema bêkarî.