Li berdewamiya bertekên xelkê bajarê “Gunbed Kawûs”ê li hember desdirêjiya bo ser 2 keçên zarok ji aliyê besîcekê ve, fermandeyekî Spaha pasdaran gefxwar ku dê li hember dujmin û neyaran raweste û xelkê nerazî bi dujmin hesiband da ku bikare tepeser bike.
Piştî desdirêjiya li ser 2 keçên zarok ji aliyê kesekî besîc yê ser bi Spaha Pasdaran a terorîst, xelkê gundê “Ereb Sernek”ê, agir berdane kiyûska nigehbanî a wî besîcê gemar û nerizayetiya xelkê xelkê “Turkemen berfirehtir bû , rejîmê bi armanca matkirina dengê xelkê serhildayî, sedan hêzên xwe yên tepeserkar kêşane wê dewerê.lê ev yek zêdetir bû cihê ker û kîna xelkê li hember wê cinayetê, û xwenîşandanên berfireh lidar xistin û êrîş kirne ser dem û dezgehên rejîmê li Gumbed Kavos ê de.
Herwisa fermandeyê leşkera “Nêynewa”, pasdarê terorîst “Elî melik Şahkûyî” li berteka belavbûna kiryara wî besîcê gemar li ser torên civakî de tewî bi dujmin zanîna xelkê neraziye Turkemen, hişdarî da û gef xwar û got: “Hêzên leşkerî û ewlehî, dê bersîa dujmin û kesên neyar bidin”.
Rejîma Îranê bi binçavkirina çendîn kesan û şandina hêzeke zaf yên leşkerî û întizamî bo “Turkemen Sehra”yê û awartekirina rewşa bajarê “Gunbed kavos”ê, cehdê dike wî bajarê Turkemen Sehrayê milîtarîze bike, da ku bikare zêdetir xelkê Turkemen tepeser bike.