Endamên PDKÎ li gundê “Del” a ser bi devera Sewlava, piştevaniya xwe ji PDKÎ û xebata Pêşmerge re dane xuya.
Endam û alîgirên PDKÎ di gundê “Del” a girêdayê devera “Sewlava”yê, bo piştevanîkirin ji PDKÎ, xebata Pêşmerge û Rasanê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Qehremanên Demokrat yên wî gundî, bi nivîsîna siloganên wekî: “Rasan didome û Hewraman dilê Demokrat e”, li ser dîvarên wî gundî, piştevaniya xwe ji xebata Pêşmerge re dane xuya.
Welatparêz û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi lidarxistina çalakiyên banghêjî, di gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, emegnasiya xwe li hemberî PDKÎ nîşan dan.