Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gundê Kurane li Urmiyê pirsgirêka avê heye

13:16 - 24 Çirriya paşîn 2020

Boriya av ya gundê “Kurane” li devera “Soma û Biradost” teqiyaye û xelkê wî gundî zêdetir ji 1 meh e ku li pey çêkirina wê boriya avê ketine, lê berpirsên rejîmê ne bersiva wan didin û ne alîkariyê wan didin.

Xelkê gundê “Kurane” li devera “Soma û Biradost” a girêdayê bajarê Urmiyê, dane zanîn ku zêdetir ji 1 mehî ye boriya ava gund bi sedema karê Îdareya Gazê, teqiyaye û xelkê wî gundî serdana pişka av û averoya deverê kirinê, lê wan bersiva wan nedaye û gotine dibe Îdareya Gazê wê pirsgirêkê çareser bike û ti girêdayê me nîne.

Xelkê gundê Kuranê dane zanîn ku Bexşdarê Soma û Biradost zêdetir ji yek meh e ku agehdarê wê pirsgirêkê ye, lê heta niha ti pêngavek bona çareserkirina wê pirsgirêkê hilnegirtiye û ava vexwarina gund li nav kolanan de diherike û rêya beşek ji wî gundî têk daye.

Gundê Kurane yek ji wan gundan e ku hatûçûya zêde a xelkê heye û li ser rêya tranzîtî ya Îran-Tirkiyê ye.