
Piştî belav bûna banghêjî kirin bo rêûresma yekemîn salvgera can ji destdana “Azad û Ferhad Xusrewî”du birayên kolber xelkê gundê Nê ye ser bi bajarê Merîwanê ku di bilindahiya “Tete” li Hewramanê canê xwe ji dest danûn, hêzên Leşkerî - Ewlehî yên hikûmetê di nav gundê Nê de cêgîrbibûn û rewşa wî gundî bi tewawî ewlehî kirin.
Pêka çavkaniyeke agehdar li gundê “Nê” hêzên Leşkerî û Ewlehî yên hikûmeta Îranê mala “Osman Xusrewî” babê “Ferhad û Azad Xusrewî” dûrpêç kirine.
Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Omîd û Bêhzad Xusrewî” birayên wan du kolberên can ji dest dayî bo heyamekî kurt hatibûne binçavkirin û hêzên Leşkerî û Ewlehî yên hikûmetê bi wan re ragihand bûn ku nabe ti rêûresmek bi hilkevta yekemîn salvegera can ji dest dana Ferhad û Azad, bê lidarxistin.
Roja Şemî 29ê Sermawezê qerar bû ku rêûresmek bi hikevta yekemîn salvgera can ji destdana Ferhad û Azad Xusrewî li gudê Nê bê li darxistin.