Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gundeke bajarê Urmiyê hate topbarankirin

14:12 - 24 Hezîran 2020

Bilindahiyên gundê “Koran”ê li devera Soma û Biradost a bajarê Urmiyê hate topbarankirin

Roja Sêşemî, 23ê Hezîranê, pêka gotina xelkê gundê “Koran” a devera Soma û Biradost, di bilindahiyên çiyayê “Du Guh” a wî gundî de, şer û pevçûn hebûye û xelkê wê deverê dibêjin, hêzên Arteşa Tirkiyê ew çiyayane bombebaran kirine.

Herwisa hindek ji xelkê gundê “Koran”ê bas kirine ku Spaha Pasdaran a terorîst jî, ew bilindahî hevdem topbaran kirine

Pêka zaniyariyan di wî şer û pevçûnê de kes nehatiye kuştin û birîndar jî tinebûne.

Hevdem, di encama topbaran û bikarhatina çekên giran, rûniştiyên gundê “Koran”ê, gundê xwe berdan.

Lê di wê derheqê de, Wezareta Berevanî ya Tirkiyê, roja Çarşemî, 24ê Hezêranê, di daxuyaniyekê de daye xuya ku di devera “Esen Dere” a girêdayê bajarê “Gewer”ê de, li encama teqe ji axa Îranê ve, leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 2 leşkerên dinê jî birîndar bûne.

Xelkê gundê “Koran”ê basa wê yekê dikin ku Spaha Pasdaran a terorîst jî, di wî şer û pevçûnê de beşdar bûye.

Ragihandinên rejîma Îranê, tenê basa şer û pevçûnê kirine lê ti zaniyariyeke zêdetir bas nekirine.

Di heyama wan çend rojên derbasbûyî de, Spaha Pasdaran a terorîst, dest bi manoreke leşkerî di deverên çiyayî yên Kurdistanê de kiriye û hevdem Tirkiye operasiyonek bi navê “Pençeya piling” û “Pençeya Teyr” dest pê kiriye.