
Çekdarên girûpên bi navên Cebhe Şamiye û milîşên Emşatê, li derdora gudên Alkana û Xelîl yên ser bi navçeya Şiye ya girêdayê bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê mîn çandine.
Girûpên çekdar ên weke Cephe Şamiye û milîşên Emşatê bi sedema aloziyên di navbera herdu aliyan de, li derdora gundên weke Alîkana û Xelîl yên ser bi navçeya Şiye ya girêdayê bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê mîn çandine û gundî bona encamdana karûbarên cotiyarî û çandiniyê nikarin serdana erdê xwe bikin û rastî metrisiya teqîna mînan hatine.
Herwisa ji ber çandina mînan û metirsiya teqînan, rewşa jiyana xelkê vir gelek dijwar hatiye ragihandin.
Li 20`ê Çileya 2018`an piştî êrîşa Artêşa Turkiyê ya li ser bajarê Efrînê û li dijî hêzên Kurdî yên vir, bajar ket bin kontrola girûpên opizisyona Sûriye û li vir şonda xelkê herêmê rastî binpêkariyên mafê mirovî hatine.
Herwisa ketina bajêr di bin kontrola çekdarên opozisyona Sûriye û hin girûpên çekdar ên din, binpêkariyên mafê mirovî ji aliyê wan girûpan ve destpê kiriye û bi hezaran xelkê herêmê neçar kirine ku bibin bi koçber.