Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gundên parêzgeha Urmiyê rastî bê aviyê hatine

18:06 - 11 Îlon 2021

Gundên parêzgeha Urmiyê rastî pirsgirêka bê aviya vexwarin û werzêriyê hatine û ew rewş bûye kiriz.

Barîna kêm û germbûna ji ast dersketî ya erdê bûye sedema kembûna paşkevta avên bin erdê û di rengehiya çarsernekirina vê pirsgirêkê de ji aliyê berpirsên rejîmê, kirîza ava kanên ava bin erdê dê biqewime.

Qutbûna berdewam a avê, çikbûna bîran, kanî û karêzan bûne sedema vê yekê ku xelkê gundan tevî karê wan ku werzêrî ye, koçber bibin.

Xelkê gundên wê parêzgehê basa vê yekê dikin ku ne ava vexwarinê hene û ne bo werzêriyê av dest dikeve û tevî huşdarîdana xelkê bi berpirsên pêwendîdar, heta niha ti rêçareyek bo wê pirsgirêkê peyda nekirine.