
Tevî hebûna pirsgirêk û arîşeyên xelkê gund û bajarê “Selasa Bawecanî” vê carê jî pirsgirêka ava vexwarinê pêsîra xelkê wê deverê girtiye.
Di encama serdana karbidestên rejîmê bo “Selasa Bawecanî”, xelkê daxwaz li Wezîrê Vizeyê kiribûn ku di zûtirîn dem de pirsgirêkên ava vexwarina û werzêriyê ya wan çareser bike.
Heyamek zêde ye ku karbidestên rejîmê serdana “Selasa Bawacanî” dikin û her carê sozan didine xelkê ku pirsgirêka palavtingeha ava vexwarina wan dê çareser bikin.
Pirsgirêka avê di “Selasa Bawacanî” de piştî hatina erdheja “Serpêla Zehaw”ê bi rêjeyek berçav zêde bûye û karbidestên rejîmê her bi xwe jî îtirafê bi hebûna wê pirsgirêkê dikin.