iştî derbasbûna du salan bi ser lêdana balafira misafirhilgir a “Ukraynê” ji aliyê Spaha Pasdaran ve Fermandê Hêza Esmaniya Spaha Pasdaran “Emîrelî Hacîzade” gotiye: “Me zû got ku ew bûyer qewmiye û me li stuyê xwe girt lê ji me qebûl nekirin”.
Roja duşemî 24ê Xezelwerê Pasdar “Emîrelî Hacîzade” yê terorîst di hevpeyvînekê de digel xwendekarên besîc di zanîngeha “Şerîf” li bajarê “Tehran”ê gotiye: “Piştî lêdana balafira “Ukrayn”ê me zû lêdana balafirê li stuyê xwe girt lê ji me qebûl nekirin û pişt re jî bi sedema encamdana karên pêwendîdar û pêkanîna tîmek bo lêkolîn li ser wê bûyerê, 48 demjimêran bi dereng kevt.”
Herwisa wî pasdarê terorîst gotiye: “Bo min bûye pirsyar ku çawa balafirek wiha mezin bi lêdana mûşekek ku bi tenê çend kîlo madeya teqînê heye nekariye bizivire bi bafirxaneyê”. Lê wî pasdarî bas nekiriye ku bi tenê mûşeke bi wê balafirê nekevtiye belkî bi 3 mûşekan ew balafir xistine xwarê.
Rejîma Îranê piştî 3 rojan ji lêdana mûşekan bi balafira Ukraynê û kuştina 176 kesan ew li stuyê xwe girtibûn lê heta niha wê rejîmê, daxwaz lêbihorîn ji malbatên qurbaniyan nekiriye û heta hin caran gef ji wan xwariye.