Xelkê Gundê “Exulbeyk”ê girêdayê bajarê Tikabê li parêzgeha Urmiyê, li derheq destpêkirina kolandina kangeha kevir a devera “Qoxox Bulax”ê û metirsiya têkdana jîngehê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Bajarê Tîkabê di devera çiyayî ya başûrê parêzgeh Urmiyê de ye û bi sedema hebûna 2 kangehên zêr û 50 kangehên keviran, çavkaniyeke bi wec a aboriyê tê hisêb.
Kesên girlêdayê rejîmê xwediyên wan kangehan in û bi tenê armanca wan talankirina wan kangehan e û ti girîngiyek bi jîngeya wê deverê nadin.
Heta niha bi sedema têkdana zêde ya jîngehê û talankirina kangehên devera “Qoxox Bulax”ê xelkê gundê “Exulbeyk”ê narizayetiya xwe nîşan dane û daxwaz kirine ku ew kangeha bê dayxistin.