Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HAKPARê bi hilkefta Newrozê peyamek bo PDKÎ şand

10:26 - 21 Adar 2021

Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR)ê, bi hilkefta Newrozê peyamek pîrozbahiyê bo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê şand.

Peyam wiha ye:

Rêzdar “Mistefa Hicr” Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Newroz, rojeke nû, giyaneke nû, vîneke nû, evîneke nû, jiyaneke nû û cîhaneke nû ye.

Hemû rojên we Newroz bin.

Newroza we pîroz be.

Em wekî Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR)ê, bi hestên herî germ û birayane, cejna netewî ya gelê Kurd li we û li hemû endam û alîgirên Hizba Demokrat pîroz dikin.

Bijî Newroz.

Her bijîn Pêşmergên Kurdistanê.

Letîf Êpozdêmîr

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan/ HAKPAR