Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hatina demsala zivistanê rewşa jiyana xelkê Îranê çend hember dijwartir dike

12:10 - 7 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Digel destpêkirina demsala sirr û seqem, û hatina zivistanê, jiyan û derbaziya xelkê Îran, û bi taybet xelkê Kurdistana Rojhilat, çend hember dijwartir bûye.

Ji aliyekî giraniya hewcehiyên jiyanê, bi sedema bandora dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê, ji aliyekî din  ve jî, sar bûna hewa û kêmî û nebûna şevatê, ji  aliyekî din ve jî, hatina befr û baran û rabuna lehy, û xesar gehandina bi avahiyan, xelkê Îranê perîşan kiriye.

Zehmetî û dijwariya li ser jiyana xelkê Îranê, bi taybet xelkê Kurdistana Rojhilat, qet xema desthilatdarên rêjîmê nebûye, û cem wan bilindbûna nirxan bê wate ye.

Ya herî berçav jî, guh nedan û xemsariya berpirsên rêjîmê, derheq hezaran malbatên erdhejlêdayî yên parêzgeha Kirmaşanê ye, ku ewa zêdeyî salekî ye ku, xelk bê mal û hal û bê serpena he, her wisa di wê demsala sar û ba û baranan de, di bin xêwet û naylonan de jiyana xwe derbaz dikin.