Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hatina toz û xweliyê hewayê piraniya bajar û deverên Kurdistanê qirêj kiriye

17:54 - 16 Gulan 2022

Li welatên weke Sûriye û Îraqê bi rabûna toz û xweliyê û veguhastina vê  tozê ji rêya şîpelên ba ve esmanê deverên navendî ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî qirêj kiriye.

Roja Duşemî 16`ê Gulanê toz û xweliyê, hewayê parêzgehên weke, “Urmiye, Kirmaşan, Îlam, Luristan, Tevrêz, Erdebîl, Bakurê Zencanê û qeraxên behra Xezerê” qirêj kiriye.

Çavnhêriya vê yekê hatiye kirin ku, heta roja Înê şîpelên toz û xweliyê bi rêya ba ve deverên bakurî ên Îranê jî, ji xwe bigire û hewayê wan qirêj bike.

Herwisa çavnhêriya vê yekê jî hatiye kirin ku, di rojên bê de bi sedema hatina bayek bihêz û rabûna toz û xweliyê hewayê deveran qirêj bibe û asta dîtinê jî heta qasekî dê kêm bibe.