Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hatûçûna bo 17 bajarên Îranê hatiye qedexekirin

18:10 - 24 Adar 2021

Bi sedema zêdebûna amara pêketî û qurbaniyên zêde yên Koronayê, rejîma Îranê hatûçûn bo 17 bajarên wî welatî ku di rewşa sor a Koronayê de ne qedexe kiriye.

Roja Çarşemî 24ê Adarê, Berdevka Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê, “Sîmasadat Larî” di raporekê de daye zanîn ku bi canjidestdana 94 kesan di 24 demjimêrên derbasbûyî de, amara qurbaniyên vîrûsa Koronayê gihîştiye bi 62 hezar û 45 kesan û niha 17 bajarên Îranê li rewşa sor û 47 bajar di rewşa narincî de ne”.

Pêka biryarên Stada Netewî lihemberderketin li dijî Koronayê, hatûçûna wan bajaran ku di rewşa sor û narincî de ne, qedexe ye.

10 bajarên parêzgeha Xûzistanê wekî, “Abadan, Dizfûl, Benderê Mahşehir, Ehwaz, Ramhormoz, Şûş, Şûşter û Kazirûn û çend bajarên din yên wê parêzgehê, di rewşa sor de ne ku hatûçûna wan bajaran qedexe ye.

Herwisa wê berpirsa rejîma Îranê ragihand: “Ji Duh ve (Sêşemî) heta îro (Çarşemî), pêka pîverên serast yên naskirina nexweşiyê, 7 hezar û 605 pêketiyên nû di Îranê de hatine naskirin ku 936 kes ji wan pêketiyan, di nexweşxaneyan de hatine razandin û gelempera pêketiyên Covîd 19 di Îranê de gihîştiye bi 1 milyon û 823 hezar û 317 kesan”.