Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hatûçûnkirina hevwelatiyan li gundên Urmiye û Selmasê dijwar bûye

17:09 - 27 Adar 2019

Kurdistanmedia: Bi hegera barîna berf û barana zaf, hatûçûnkirina, bo çendîn dever û gundên girêdaiyî Urmiye û Selmasê bo xelkê derdorê gellek dijwar bûye.

Pêka van nûçe û zaniyariyên ku gihîştina me, rêyên deverên Gelîberdereş, riya çend gundên devera Somayê, riya devera Şipîranê, bi xasmanî rêka gundên wekî, Sitûnreş, Kalîk û Xonavîn.

Riya Urmiye bo gundên wekî, Tepik û çendîn gundên derdorê, bi hegera herifîna Raz û keviran hatiye girtin.

Zêdetir rê bi hegera rabûna lehiyê xirab bûne.

Riya çendîn gund û deveran li ber barîna berfa zêde, hatine qutkirin, û herwisa çendîn piran jî xisar dîtine.

Heya niha berpirsên rêjîmê çi cehdek bo asayî kirina riyên hatûçûna wan gund û deveran ji xwe nîşan nedane.

Zêdebariyê wê hemî dijwariyan ku ser riya xelkê heye, niha basa gefa hegera herikîn yan serrêjbûn, yan teqîna  Avbenda Zola li selmasê heye.

 Xelk nîgerane, bitaybetî ku berçavê xwe dîtin rêjîm li çendîn bûyerên derbasbûyî de çavan xelk piştguhê xwe  avêtiye û can û jiyana xelkê Îranê ti gringiyek bo tune bûye, belkî li hemberî de rêjîm hemî xizmet û hawarê de çûn û xemxwariyekê bo Sûriyê, Lubnan,Yemen û davûdestkên terorîstê xwe, bi rewa dizane.