Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hawara di çolatiyê de

17:37 - 7 Çirriya paşîn 2021

Kerîm Perwîzî

Mirov di geriyana wê cîhanê de gelek caran seh bi tenêbûnê dike. Ev seha tenêbûnê hin caran ji ber çolatiya derdora xwe ye û hin caran jî bi sedema pirsgirêkên hundirî ye ku tûş dibe, wisa dizane ku di vê cîhanê de tenê maye û şik ji hemû tişt û kesê heye.

Seha tenêbûn di çolatiyê de gelek caran pêsîra kesên kêm temen digire, dema ku di kolaneke tarî û çol de derbas dibin an ber bi cihekê ve ku kes li wir nîne rê dikevin û nigeranî û tirs tev cesteyê wan digire û bo vê yekê denge dengekê çê dikin da ku hesta tenêbûna wan here, ji xwe ve dest dikin bi hawar û bi dengek bilind diaxivin. Ew haware, dengê netirsî û zîrekatiyê nîne da ku dujminên xwe bitirsînin, belkî hawara tirs û zirarçûnê ye da ku guhdarê hawara xwe bin û hin moralê bidine xwe.

 

Heyamek e Komara Îslamî û nemaze Spaha Padaran a wê rêk di wê rewşê de asê bûne, û hesteke gelek zêde ya tenêbûnê ew girtine! Ew tenêbûna Komara “Filayeta Feqîh” her du aliyê tenêbûnê li xwe digire, çimkî hem bi sedema kiriyarên xwe bi tevahî tenê maye û di wê tenêmana gelek dijwar a xwe de seh dike ku tev dinya bûye dujminê wê û hemû cihek bo wan pîlanan dadirêjin, lewma tê dîtin ku di kiriyareke nişkê ve hevaltiyê û pêwendiya çendîn dehika xwe digel aliyan didorîne û bi axavtin û lêdwanên bê cî, arîşeya siyasî û dîplomatîk û heta leşkerî jî bo xwe dirust dike.

Mînakên berçav ên di heyamên borî de, me pirsgirêkên wê ên digel Tirkiye, Azerbaycan, Îraq û…hwd dîtiye ku wisa lê hatiye, Xamineyî û banda wî, ji tirsan ve xwe dikin bi armanc.

Ji aliyek dinê ve, ev seha tenêbûn û di xelwetmanê, tirsek kûr li cem wan afirandiye û her wekî ew zarokê ku tenê di çokatiyekê de diçe û bo vê ku moralê bide xwe û netirse hawarê dike!, Komara Îslamî jî dirust kevtiye di wê haletê de û bi qîjeqîj û hawar-hawarê dixwaze dilê alîgirên xwe rabigire û dilê besîcên wê neteqe!

Çend roj berî niha Spaha Pasdaran êrîş kire ser neftkêşek “Vîetnam”ê  û operasiyonek bi awayê gelek henekî bi rê ve bir û bi awayê hawar ragihand ku wan gemiyek Îranê di destê Artêşa Amerîkayê de rizgar kiriye û wekî Pasdar Selamî digot, Amerîka adet kiriye ku berdewam ji aliyê Îranê ve rastî şikestê bê! Lê aliyê rastiya wan hemû gef û gure-gurane tenê bi lidarxistina manorên leşkerî ye, çi li hember Azerbaycan û çi li hember Kurdistanê û çi li kendavê û tev hawarên din, tenê û tenê hawar û qîjeqijên çolatiyê ne, da ku guhdarê hawara xwe bin û hin moralê wergirin. Xamineyî banda wî ya mafiyayî, wisa bitenê maye û seha tenêbûnê ew girtine, ku dest bo henektirîn kiriyaran dibin da ku hin moralê bidine besîc û pasdarên xwe û bi dengê hawarên xwe, zal bin bi ser tenêbûna xwe de, hekî ne ew her ji oda xwe ya bêhnwedanê jî guman heye û li wir jî asûde nînin û ditirse.