Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hawara mirinekê

12:35 - 22 Gulan 2021

Kerîm Perwîzî

Di dawî rojên meha Banemerê de, nûçeyek belav bû ku termeke qetqetkirî li bajaroka “Êkbatan” a Tehrana paytexta şaristaniyeta “Pehlewî û Wilayeta Feqîh”, hatiye dîtin û piştre derkevt ku ew termê qetqetkirî yê derhênerê Fars, “Babek Xuremdîn” e ku bi destê bav û dayîka wî hatiye kuştin.

Cenab Serhengê malnişînkirî, Serheng Xuremdîn, di hember dadwerên bêdadgeha Komara Îslamî ya Îranê de îtiraf kiriye ku wî digel hevjîna xwe, kurê xwe kuştine.

Heta niha wekî tawanek bi sam a kesên nesax ên psîkolîjîk tê berçavê min ku renge çendîn caran li her kunceke cîhanê de qewimî bin û dayîk û bav ku tûşî nexwşiyên psîkolojîkî dibin, zarokên xwe kuştibin. Mînakên wekî wê mijarê ku pirsgirêkeke psîkolojîk hene gelek in ku di welatên cîhanê de gelek çîrok û fîlm jî, jê hatine berhemanîn.

Lê eva ku cenabê Serhengê sîstema paşayetî û Wilayeta Feqîh kiriye, neku li çarçoveya tawana kesek nexweş de nîne, belkî her wekî dadwerê rejîmê gotiye, cenab Serheng di warê psîkolojîkî de gelek jî tendirust e.

Di wê tawanê de du krîzên kûr ku welatê Îranê kiriye di nav qûbiyê de têne xuya û aliyê rizî û genî ya  kultûrî û sîstematîk a Îranê di bin bandora Pehlewî-Xumeynî de nîşan dide.

Cenabê Serheng û hevjîna wî, ne tenê kurê xwe kuştibûn, belkî keç û zavayê xwe jî, di salên derbasbûyî de kuştibûn û ji nû ve îtiraf bi wê tawana xwe kirine û di wan tawanan de, ne bi sedema rewşa psîkolojîkî, belkî bi sedema zêdexwazî û mezinxwaziya hizra hovaneya şiwênîstî ya wan, wa hizir kirine ku keç û kur û zavayê wan, bûne sedema şerim û şikestina rûmeta wan bo xwîn û kultûra bavên wan ku bawerî bi “Mam Mîhen” hene û her wekî ew salên ku di nav hêzên leşkerî de bi navê “Mamê Mîhen” xelk dikuşt û niha seba “xwîna paqij”! Zarokên xwe qetqet kir! Ew aliyeke din ji hizir û kultûra rizî û genî ye ku mirov li ber çavên wî têne reşkirin û xeyala şaristaniyeta kevin û çewt bi cihê wê dadinê û di wan deman de, rehmê bi zarokên xwe jî nake!

Aliyek din a riziya wê karesate eva ye ku hekî dadgeha Komara Îslamî bi sedema kuştina kurê wan cezayê bi wan bikujan re bide, bav wekî bikujê serekî bi tenê 3 salan girtîgeh tê cezadan û dayîka wî jî wek alîkar bi 15 salan girtingeh tê sizakirin!!

 Bav dikare kurê xwe bikuje çimkî pêka yasayên “Wilayeta Feqîh”, “Weliyê Dem” û tenê bi 3 salan tê cezadan û dayîk jî bi sedema wê yekê ku jin e, herçiqas ku tawana wê alîkarîdan e û kêmtir e, lê cezaya wê girantir e û 5 beranberê bav tê cezadan!

Tenê mirineke wiha dikare bi dengeke bilind hawar bike û darê li qûbiya mezinxwaziya “Wilayeta Feqîh” rake û bêhna wê ya genî, hemû dinya seh pê bike, hekî ne bi 10an sal di bin peyv û silogan birîsqî de wan vedêşêre û mirovatî jî bi 10an salên din li welatê belalêketiyê Îranê de, dê janê bikêşe.