
Pirsgirêkên werzîşvanan di Îranê de ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve nayêne bihîstin û pirsgirêkên wan roj bi roj zêdetir dibin û astengên li ser rêya serketina werzişvanan bilintir dibin
Roja Înê 16ê Çirriya Pêşîn, werzişvana Kurd a bi navê “Bîta Cewahirî” ku xwediyê çendîn xelatên nevnetewî wekî midala “Bronz” a Olempîka 2017an di werzîşa Karate ya kêmbihîz a jinan de heye, daye zanîn ku me ti cihek di werzîşa Kirmaşanê de tinîne û kes dengê me nabhîze û di wan 2 salên derbasbûyî de berpirsê “Heyeta Kerr û kêmbihîzan” ya werzîşa jinan ti guhdariyek ji me nekiriye.
“Bîta Cewahirî” ragihand: “Di sala derbasbûyî de biryar bû ku rikeberiyên tîma “Millî” bê lidarxistin lê me pir zehmetî dîtin ku heta bikarin bo xwe “spanser” peyda bikin û karên wê yê îdarî jî me kirin û bi tenê cihgirê Heyetê qasek alîkarî dabû me.
Herwisa “Bîta Cewahirî” daye zanîn ku ji sala 1397an ve bi carekê kariye serokê heyetê bibîne, Serokê heyetê amade nîne ku guh bi gotinên me bide û ew pirsgirêka tev werzîşwanên “Kêmbohîz û Kerr” e.
Herwisa wê jîna werzişvan gotiye: “Em daxwaz dikin ku berpirsê Heyetê bê guhertin û jê nerazîne lê kes guh bi hawara me nade”.