
Dosyeya Roboskî bûye meydana gengeşe û rikmaniya di navbera parlemantarên “HDP” û “Ak partî” yê.
Serokê firaksiyona AK Partî “Mistefa Elîtaş” di parlemana Tirkiyê de “Roboskî” wek “şaşiyek bi neçarî” binav kir ku ev gotinên wî, berteka parlemantarên “HDP” li pey xwe anî û berdevkê Serokê Firaksiyona “HDP”, Mîral Daniş Bêştaş” li berteka wê gotara AKPartiyê de got: “Hûn nikarîn di derheq Roboskiyê de pakaneyê bo xwe bikin”.
Deh salan berî niha li devera “Şernexê” li bakûrê Kurdistanê di gundê Roboskiyê de, balafirên şer ên Tirkiyê hejmarek ji xelkê Roboskiyê bombebaran kirin ku di encam de 34 kesan canê xwe ji dest dan û heta niha jî dosyeya qetilkirina wan 34 welatiyên Kurd negihîştiye encamek serast.