Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HDP çaremîn kongreya xwe ya li Enqerê lidar xist

10:57 - 24 Şibat 2020

Çaremîn Kongreya asayî ya HDPê li Salona Sporê ya Enqereyê bi rê ve çû. ji hemû bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hezaran kes beşdarî kongreyê bûn.

Ji 30 welatan 300 mêvan beşdarî kongreya HDPê bûn. digel vê yekê ji seranserê Tirkiyê û bakurê Kuridtanê nêzîkê 35 hezar endamên HDPê bo piştevaniyê beşdarî kongreyê bûn.

Li gor gotina berpirsên HDPê, bi mêvan û endamên kongirê 35 hezar kes di cihê kongreyê de amade bûn.

Kongre bi silogana "Em ber bi paşerojê ve dimeşin" destpêkir.

Di kongreyê de hevserokên nû yên HDPê û sed endamên Encumena Partiyê hatine hilbijartin.

Di encama kar û hilbijartina Çaremîn Kongreya Asayî ya HDPê “Pervîn Buldan û Mîthet Sancar” wek hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin.

Pervîn Buldan û Mîthet Sancar di kongreya HDPê wek hevserokên HDPê hatin hilbijartin.

Di kongerayê de ji 1018 endaman, 838 kesan dengê xwe bi kar anî. Bi 836 dengan Mîthat Sancar û Perwîn Buldan wek hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin.

Di dengdanê de Konseya Partiyê, Konseya Dîsiplîna Navendê, Konseya Lihevkirinê jî hatin hilbijartin.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar ji navçeya Nisêbînê ya Merdînê ye, û Perwîn Buldan jî ji navçeya Gever ya Colemêrgê ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li parlemantoya Tirkiyê di nav 4 partiyan de cîh digire.