Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HDP daxwaza lêkolîn li ser qirkirian a Dêrsimê dike

17:09 - 4 Gulan 2021

Ferderasiyona Civqakên Dêrsimê û Federasiyona Demokrasiya Dêrsim li Ewropayê, bona vebîranîna qurbaniyên wê qirkirinê, li seranserê cîhanê daxwaz ji sazî û rêkxiravên Demokrasîxwaz, Endamên komel û rêkxiravan û dostên Dêrsimê kirine ku, wê rojê bi bilind rabigrin.

Ji trajêdiya qirkirina Dêrsimê 84 sal derbas dibin ku li sala 1937-1938an de li Bakûrê Kurdistanê de qewimî bû.

 Partiya“HDP” li vebîranîn a qirkirina Dêrsimê de, daxwaza avakirina komîsiyonekê li Parlemana Tirkiyê kir ku, li ser wê qirkirê lêkolînan bike.

Parlemantarê “HDP” li Dêrsimê “Elîcan Ûnlû”, ragihandiye ku ew daxwazî bi serokatiya Parlemanê re daye û hewceye ku, komîsiyonek bona lêkolîn li ser qirkirina xelkê Dêrsimê bê avakirin.

“Elîcan Ûnlû” îşare bi vê yekê jî kiriye ku hewceye dewleta Tirkiyê wê îtiraf bi qirkirina li Dêrsimê bike û daxwaza lêbihorînê ji xelkê Dêrsimê bike”, daxwaza din ya wî Parlemantarê “HDP”, aşkira kirina cihê bi axsipartina “Seyîd Riza” û hevalên wî, aşkirakirina cihê tirbên bi kom û peydakirina keçên bêserûşûnbûyî yên Dêrsimê ne.

Li wê qirkirê de nêzî 70 hezar kes bûne qurbanî û bi 10an hezar kes jî hatine dûrxistin, herwisa wî Parlemantarê “HDP” daxwaz kir ku, belgeyên arşîvan bêne aşkirakirin û bikerên wê qirkirinê, bêne cazadan.