
Kurdistanmedia; Serbarê vê ku eva nêzî heft salan e, bi ser bûyera dilêş ya Robiskiyê re derbas dibe, lê heya niha jî encamderên wê bûyerê nehatine eşkerekirin.
Di roja 28`ê Kanûna Pêşîn de, wê heft salên tewaw bi ser bûyera hovane ya perçe-perçekirina laşê 34 Kurd re derbaz bibe, lê heta niha jî hikûmeta Tirkiyê encamderên vê cinayetê radestî dadgehê nekirine, û vê yekê hêrsa her mirovekî xwedîvijdan çend hember kiriye.
Di vê çarçoveyê de, HDP`ê bi pêkanîna heyetekê dixwaze cardin vê bûyerê têxe rojevê de, û daxwaza eşkerekirin, destbiserkirin û dadgehîkirina encamderên vê cinayetê bike.
Di 28.12.2011`an de, 34 hevwelatiyên Kurd ku piraniya wan temenekî biçûk hebûn, di şeveke sirr û sar ya zivistanê de, bi bombebarana hêza esmanî ya Tirkiyê hatin kuştin, û termên wan hatin hincî-hincîkirin, û piştî derbazbûna şeş salan bi ser vê bûyerê re, heya niha jî tu kes li ser vê dosiyeyê nehatiye cezakirin.
Niha jî parêzerên vê dosiyeyê nekarîne ku hikûmeta Tirkiyê razî bikin bi vekirîhêlana destên dadweran bo lêkolîna li ser vê bûyerê, jiber ku dadgehê arteşa vî welatî wekî tawanbar nedaye zanîn, û dosiye daxistiye. Lewra parêzerên wê dosiyeyê dibêjin: “Sîstema dadweriya Tirkiyê heya 20 salên din jî nikare dadperwer be”.
Herçend dadgeha bilind ya YE jî, ji vê xemsarî û zulma hikûmeta Tirkiyê hatiye agehdarkirin, û malbatên qurbaniyên Roboskiyê bi piştgiriya gelê xwe û bi riyên medenî û aştîxwazane gellek zext xistine ser aliyên pêwendîdar, lê dîsan jî hikûmeta Tirkiyê naxwaze bi dadgehîkirina bikeran, dilê malbatên qurbaniyan hêsayî û aram bike.