Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HDP ê 5emîn kongireya xwe li Enqerê lidar xist

13:02 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2022

Kongireya 5 a Partiya Demokrat a Gelan “HDP” bi beşdariya 50 Hezar kesî bi rêve çû.

Roja Yêkşemî 3ê Tîrmeha 2022`an, Partiya Demokrat a gelan, 5emîn kongireya xwe li Enqera Paytextê Tirkiyê li darxist ku, pitir ji 50 Hezar endamên wê partiyê û nêzî 100 şandên hêz û aliyên siyasî yên Kurd û biyanî li Tirkiyê û welatên dinê tê de beşdarî kirin.

Herwisa sedan rojnamevan û hunermend û çalakên medenî di wê kongireya HDP ê de beşdarî kirin.

Kongireya HDP ê bi ragihandina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji riha Şehîdan destpê kir, piştire 5 kes wekî desteya birêveberiya kongirê hatin diyarî kirin ku 3 jin û 2 mêr bûn.

Di kongireya HDP ê de Hezar û 50 kes ji endaman mafê dengdanê hebûn ku dikarin di nava xwe de hevserokên giştî û ciwata birêveberî hilbijêrin.

Herwisa di dawiya birêveçûna 5emîn kongireya HDPê de, Mithet Sancar û Pervîn Buldan cared din weke hevserokên vê partiyê hatin hilbijartin.