Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HDP: Her dengek li dijî “AKP û MHP”ê xizmetkirin bi aştiyê ye

17:37 - 14 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Partiya Demokrat a Gelan (HDP) bo hilbijartina Tirkiyê, helwesta xwe li bara du partiyên “AKP û MHP” ê ragehand.

Partiya Demokrat a Gelan (HDP) eşkere kiriye ku di hilbijartinên şaredariyê yênTirkiyê de, her dengek li dijî “AKP û MHP” be, xizmetkirin aştiy ye.

Hevserokê HDP “Sezay Temelî” li civîna heftane ya partiya xwe de ragihand: Di hilbijartinên Şaredariyê de ku 31`ê Adarê wê bê lidarxistin, tenê hilbijartinê bo Şaredaryê nakin belkû, encama hilbijartinê, qedera rêkevtina “AKP û MHP”ê jî yek alî dike.

Herwisa “Sezay Temelî” dazanîn ku, “AKP û MHP” şer li dijî civakê ragehandine û ji ber hindê jî, hewceye derbeyeke giran jê bikeve.

Biryar wisa ye ku, hilbijartinên şaredariyê yên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bê lidarxistin, bo wê hilbijardinê jî HDP e, heft Partî û aliyên din yên Bakûra Kurdistanê rêkevtinkiribûn  ku, hemû piştgirî ji berbijêrên “HDP”ê bikin.