
Kurdistanmedia: Parlementerên HDPê bi sedema êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û danîna qeyûman li cihê şaredaran, jibo sê rojan parlemena Tirkiyê boykut kirin.
Roja Çarşemî 23`ê Çirriya Pêşîn, Parlementerên HDP bi serokatiya hevserokê vê partiyê Sezaî Temelî, ji ber li ser kar durxistina şaredarên HDP û li cihê wan danîna qeyuman, herwiha desteserkirina şaredarên HDPê û di heman demê ji bo şermezarkirina oparasyona Tirkiye ya li dijî Rojavayê Kurdistanê, parlemena Tirkiye jibo sê rojan boykut kirin û dê ew heya sê rojan neçin parlemenê.
Herwisa piştî vê biryarê parlementerên HDPê li bajarê Amedê civiya.
Piştî wê civînê Sezaî Temelî ragihand: “Emê di bin van dorpêçan de nejîn. Em dê van dorpêçan bişkînin. Em li vir tevî gelê xwe li kolanan in. Ev bajar bajarê me ye. Ji ber vê yekê em li Amed, Wan û Mêrdînê ne. Em dibêjin Amed, Mêrdîn û Wan ya me ye. Me biryar da ku 3 rojan tev li karên parlemanê nebin.