Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HDP nûnera xwe bo posta serokê Parlemanê diyarî kir

15:33 - 23 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Partia Demokrat a Gelan “HDP” bo hilbijardina Kurdistan û Bakûr, jinek bo posta serokî parlemanê diyarî kir.

Roja Înê 4`ê Reşemehê (24`ê Şibat) ê Partiya Demokrat a Gelan “HDP”, “Serpîl Kemalbay” wekî jinek bo berpirsa serokê parlemana Tirkiyê diyarî kir, Partiya Demokrat a Gelan “HDP” li civîneke rojnamevanî de navbirî bi fermî hate diyarî kirin.

“Serpîl Kemalbay” li sala 1964`an li devera Erdahan jidayîk dibe, û qonaxên xwindina navendî û seretay her di vê deverê de bi dawî dike, û piştre li sala 1978`an di gel zelamê xwe diçine bajarê Îstanbol û jiyana xwe dişopînin, û li zanîngeha teknîkî a wê bajarî de bawerînameya endazyarî ya kîmiyî verdigre.

Navbirî li sala 2015 heya 2017`an hevseroka “HDP” bû, û herwisa  wê “HDP” li çend rojên derbazbûyî de daye eşkerekirin ku, di hilbijartinên şaredariyê yênTirkiyê de, her dengek li dijî “AKP û MHP” be, xizmetkirin aştiy ye.

Biryar wisa ye ku, hilbijartinên şaredariyê yên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bê lidarxistin, bo wê hilbijardinê jî “HDP” e, heft Partî û aliyên din yên Bakûra Kurdistanê rêkevtinkiribûn ku, hemû piştgirî ji berbijêrên “HDP”ê bikin.