Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HDP û Osman Baydemir digel rêbaza şehîd Dr. Qasimlo peyman nû kirin

17:58 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Partiya Demokratîk a Gelan “HDP” û Osman Baydemir kesayetiyekî siyasî ê Kurd, di ser rûpela twîterên xwe digel rêbaza şehîd “duktor Qasimlo” peyman nû kirin.

HDP li ser twîtera xwe wiha nivîsiye: Di 30`mîn salvegera qetilkirina şehîd Dr. Qasimloyê mezin, sembola jiyaneke mist têkoşîn de, em Qasimlo û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber wî û têkoşîna wî û bîreweriya wî ditewînin. Ruhî wî şad be.

Herwisa Osman Baydemir kesayetiyekî siyasî ê Kurd jî li ser twîtera xwe wiha nivîsiye: Şehîd û qehrimanê doza Kurdistanê Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînim. Ewên tim û daîm di dilê gelê xweda bijîn.