Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HDPê daxwaza dîyalogê digel hikûmeta Tirkiyê kiriye

10:55 - 1 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Havseroka Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)ê Perwîn Buldan, di peyamekê de bi hindek mercan, daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku, dîyalogeke aştî û demokratîk bikin.

Havseroka Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)ê Perwîn Buldan, bi îşare kirin bi destpêragihîştin bi aştî û demokrasiya wê Partiyê di Tirkiyê de daye zanîn, “dê Kurd tekoşîna xwe ya bo vekirina rêya aştî û demokrasiyê bimeşînin, û di rewşeke wiha de hevalên wan xistine girtîngehan, yên di şûna wan de qeyûm danîne, û rê li ber demokrasiyê hatiye girtin.

Herwisa navbirî di parek din ya axavtinê xwe de got: “Dema em rêya demokrasiyê vekin, emê bi gelê Tirk re vê rêyê bibînin. Tişta ku divê xelkê Kurd îro bike, yekîtiya netewî ye, tevî ku em dereng mane jî, li ku dera dinyayê dibe bila bibe, divê Kurd werin cem hev û yekîtiya netewî îlan bikin.”

Perwîn Buldan di berdewamiyê de dibêje: “Di demên berê ku dîyalog û aşitî di Tirkiyê de hatû pêş, me hemûyan destkevtên baş hebûn, bo vê yekê ku cerek din ev dîyaloge destpê bike, em wekî HDPê dîsan jî bo afirandin û demokratîzekirina Tirkiyê amadeyî her alîkariyekê ne.