Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HDP`yî hawara xwe bo çalakiyên sertaserî dibin

13:54 - 8 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Derheq azadnekirina Demirtşa û ew zexta ku niha li Bakûrê Kurdistanê de li ser HDP`yiyan heye, HDP hawara xwe dibe ber çalakiyên berfireh, da ku bi vî awayî zexta li ser partiya xwe û Kurdan bi giştî kêm bikin.

Li gora zanyariyên ku belav dibin, roj bi rojê hikûmeta Tirkiyê zext û givaşa li ser partiyên siyasî ên Kurd bi taybetî HDP zêde dike, û li gor gotina çavdêran, Tirkiye êdî ji demokrasiyê dûrtir dikeve. Ew zext û givş zêdetir ji hemiyan li ser HDP`yiyan e ku rikebereke bihêz ê AKP`ê ye, bi taybetî di herêmên Kurdan de.

Ew HDP`yiyên ku têne girtin, gellek caran bi tohmetên wekî alîgiriya ji PKK`ê têne girtin, û HDP`yî vê yekê wekî tohmet dizanin, û radigehînin ku biryarên dewletê hemû siyasî ne, û pêwendiya wê bi yasayê ve nîne, û heta destbiserkirina Demirtşa jî siyasî ye, û bona tolhildanê bûye, û li derveyî yasayê ye, û yasa ji bo wan nahê bikaranîn.

Her di çarçoveya van zextan de ye ku Dadeha Tirkiye jî çar sal û heşt meh ceza li Demîrtaş re birî.

Herçend ku Dadgeha Bilind ya Mafê Mirovan ya YE daxwaz bilez azadkirina Demirtaş kiribû. Lewra partiya wî amadekariya çalakiya berfirah ya bi navê "Nobeta Dadê" dike. Renge ku ew çalakî li tevahiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bê lidarxistin.

Berdevkê HDP`ê Sarûhan Olûç jî diyar kir: “Heta ku ji destê me bê, emê wê çalakiyê di çarçoveyeke berfireh de bidin despêkirin. Ji ber ku cîbicînekirina biryara Dadgeha Mafê Mirovan ji alî Tirkiye ve, tenê ne pirsgirêka HDPê ye. Ew hemû partî û welatiyan jî eleqedar dike. Ji ber wê divê piştgiriyeke mezin derbikeve û emê jî bi vê pêşniyazê digel herkesî pêwendî danên.”