Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hebên Birinc ku tama mirinê didin

11:46 - 14 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi salane ku heba birinc ji aliyê hinek kesan ve bona xwekujiyê bikar tê.

Pêka amarên pizişkiya yasayî di sala 1396`an de, 640 kes, di sala 1397`an de, 825 kes û di wan 5 mehên despêka îsal de, 346 kesan bi mifah wergirtin ji heba Birinc, li Îranê,xwe kuştine.

Hebên birinc bi awayekî azad li bazarê reşe Îranê de bi neyasayî tên firotinê.

Xwekujî bi xwarina hebên birinc di 3 heya 4 demjimêrande bi azar, mirov bi dujwartirin rewşê dikuje.  Hebên (Aluminium Phosphid)alomînyom fosfîd, di welatê Îranê de bi navê hebên Birinc tê naskirin. bi hegera xwarin an bêhin kirina heba birinc de, mirov jehravî dike û heke ew jehr ji leşê mirov neyê derxistin, mirov dikuje.Di welatê Îranê de hincar, wek madê hişber yên sexte mifah jê têvergirtinê.

Rejîma Îranê bi xemsarî û piştguh havêtina pirs û pirsgirêkên xelkê û her wisa giringî nedan bi canê mirovan, tu pilanek bona kontrol kirina wan core jehran û madên hişber, nîne.