
Kurdistanmedia: Di hinek deverên Îranê de, di nav xwarinan û nemaze di nava kîk û bîskiwêtan de heb û derman hatine dîtin û eşkerbûye.
Serokê Navenda Pêwendiyên Wezareta Tendurustî ya rejîma Îranê, ew yeke piştrast kir û ragihand, peydabûna heb di nav xwarinê de, dê bikeve ber lêkolîn û lêpirsînê.
Berdevkê Saziya xwarin û derman got ku, hebûna heban di nav Kîk û bîskiwêtan de pêwendî bi 10 şêrketên berhemanînê ve heye û pirsyar eve ku çima bi awayekî hevdem di nav berhemê wan de heb hatine cih kirin û bi taybetî ew berhemane jî hemû di herêmeke diyarîkirî de peyda bûne?
Heta niha zaf kes û aliyan digotin ew yeke ne raste û bixtanan çêdikin daku bikarin armanca xwe ya baykutan bibine serê. Lê vê carê ew kîk û bîskiwêtane ku heb têda ne li hinek devrên wekî Rojhilatê Kurdistan, Sîstan û Belûçistanê û deverên din hatine dîtin.
Wê yekê pir xelk nîgeran kiriye û li ser wê bawerê ne ku eva karê rejîmê ye bi mebesta belavkirina nesaxiyê pir cihê tirsê.