
Kurdistanmedia: Hebên ku di nav kîkan de derketin bûye mijareke rojev û her bi vê sedemê jî çendîn zarok rastî nexweşaiyan hatine.
Pêka belavbûna wêne û vidiyoyên li derheq hebên cihê şik di nav kîk û kiluçan de li hinek parêzgehên Îran û Kurdistanê bûye mijareke rojane.
Yekem car ev hebene di dibistana Zîwe a ser bi bajarê Pîranşarê de ji aliyê mamostayekî wî dibistanê ve di nav kîkên cîreyî de hate peydakir.
Bi wî awayî ev mijare roj bi roj berfirehtir dibû û di dawiyê de li gellek parêzgehên wekî, Kirman, Sîstan û Belûçistan, Urmiye, Sine û Hurmozganê de hebb di nav kîk û kiluçan de hatine dîtin.
Her bi wê sedemê li parêzgeha Urmiyê 18 kes û li parêzgeha Kirmanê 12 kes û li parêzgehên din ên Kurdistan û Îranê hejmareke zêde zarok nexweş ketine.
Her bi wê sedemê kompaniyayek di bajarê Çabeharê de hatiye daxistin.
Wê yekê pir xelk nîgeran kirine û li ser wê bawerê ne ku eve karê rejîmê ye bi mebesta belavkirina nesaxiyê di nav xelkê de.