
“Hebîb Esiyode” çalakakê Ereb û Sikirtêrê Parta “Hreke elnzal altehrîr alehwaz” ku di firokexaneya Îstanbûlê de ji aliyê rejîma Îranê vê li Tirkiye hate revandin û li balyûzxaneya Îranê li Tirkiyê lêpirsîn jê re hate kirin.
“Edinan Eboyûsif” endamê Heyeta serokatiya “Hreke elnzal alteheîr elehwaz” di axivtinekê de digel malpera”Kurdistan Mediya” yê de basa wê hindê kir û got” Em agehdarin ku Hebîb Esiyode di balwêzxaneya Îranê li Tirikiyê de lêpêçîn jê hatiye kirin û ew yek pêka yasayên nêvdewletî tawan tê hisab kirin.
Navbirî basa wê yek jî kir, ku Parta “Hreke elnzal alteheîr elehwaz” ji aliye welatê Erebistana Suêdî vê hatiye agehdarkirin ku “Esiyod” di balyûzxaneya Îranê li Tirkiyê lêpêçîn jê hate kirin û bi destê zorê û di bin givaşê de îfade jê wergirtine.
Pêka gotinê navbirî hikûmeta “Qeterê” dest li binçavkirina “Esiyod” de hebûye.
Pêştir jî “Edinan Ebuyûsif” di hevpeywînekê de digel malpara “Kurdistan Mediya” yê bas ji wê hindê kiribû ku: Hebîb Esiyod ji aliyê Îranê vê hatibû revandin lê negehîştibû Îranê.”
Di wê derheqê de “kongireya netewêyên Îrana fidiral, şewreya demokirasîxwazên Îranê û hevpeywendî bo beraberî û azadiyê di Îranê, rejîma Îranê bi tawana revandina mirovan şermezar kirin û daxaz kirin ku “Hebîb Esiyod” bête serbest kirin.