Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hecî Kamil Sofîzade endamê PDKÎ li Selmasê koça dawiyê kir

18:41 - 12 Gulan 2021

Endemekî bi wec ê PDKÎ û kesayetiyekî naskirî yê bajarê Selmas û Urmiyê yê bi navê Hecî “Kamil Sofîzade”, bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Roja Çarşemî 12ê Gulanê, Hecî “Kamil Sofîzade” kurê “Silêman” xelkê gundê “Kurmik” li devera Somayê û rûniştiyê bajarê Selmasê, li temenê 72 saliyê de koça dawiyê kir.

Hecî “Kamil” li destpêka şoreşa gelan li Îranê û xebata eşkere ya PDKÎ bibû endamê PDKÎ û xwedîjêrazî digel 5 birayên xwe, çeka berevanî li Kurdistanê hilgirtin û zêdetir ji 4 salan mala xwe kiribûne meqerên pêşmergeyan û hemû darayiya xwe li xizmet bi wê şoreşê de xerc kirin.

Hecî “Kamil” piraniya xelkê gundê “Kurmik” û xizim û kesên xwe dike bi endam û hêza “Bergiriya Milî” pêk tînin.

Hecî “Kamil” bona berevanî li axa Kurdistanê li hember êrîşên hêzên rejîmê li çendîn şerên wekî “Pira Cohniyê, Siyevan, Qezen, Gêdûka Hisarê û Girgenim” de bi qehremanetiyê ve beşdarî kiribû.

Piraniya endamên rêberatiya PDKÎ ku serdana bakurê Rojhilatê Kurdistanê dikirin, bê şik serdana Hecî Kamil jî dikirin, ên wekî mamosta Mela Hesen Şêweselî û şehîd Nebî Qadrî û şehîd Çeko Rehîmî serdana wî dikirin û herwisa li gundê Cohniyê de jî, digel rêberê me yê mezîn “Dr. Qasimlo” jî hevdîtin kiribû.

Hecî Kamil bi wê mêratiya xwe û gorîkirina hemû darayiya xwe li xizmeta şoreşê de bû bi kesayetiyek hezkirî û cihê bawera her kesekî bû.

Piştî dagîrkirina piraniya axa Kurdistanê li serdema şerê partîzanî de, ti demekê pêwendiya xwe digel pêşmerge û Partiya xwe qut nekir û wekî endamekî çalak tim digel berpirsên PDKÎ hevdîtin hebû û çendîn caran hevkariya Hêza Pêşmerge kirbû û zaniyarî bi PDKÎ digihandin.

Hecî Kamil bi armanca kar û çalakiyên Hizbî û berdewambûna pêwendiyên xwe digel PDKÎ, çendîn caran serdana binkeyên PDKÎ li Başûrê Kurdistanê de kiribû û digel rêberatiya PDKÎ hevdîtin kiribû û peymana xwe nû kiribû.

Biraziyê Hecî Kamil yê bi navê “Nûredîn Sofîzade” li refên Pêşmergê Kurdistanê de ye û tim piştevan û handerê wî bo berdewamkirina xizmet li refên PDKÎ û gelê xwe bûye.

Hecî Kamil Sofîzade heta dawiya jiyana xwe bi hizir û bawereke kûr û bi azadiya gelê xwe ve, amadeyê cîbicîkirina her core erkeke Hizbî bû û mixabin koça dawiya wî derfet neda ku hêviyên wî wate rizgariya gelê xwe bi çavên xwe bibîne.

Termê wî endamê têkoşerê PDKÎ li hemen rojê de wate roja Çarşemî, 12ê Gulanê, bi beşdariya xizim û kesûkarên wî li bajarê Selmasê de ber bi gundê wî wate gundê Kurmik li devera Somayê hate şandin û bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên Hecî Kamil Sofîzade û xwe bi şirîkê xema wan dizane.