Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hegera peydabûna pêla 2`em ji vîrûsa Koronayê di Îranê de

13:20 - 25 Nîsan 2020

Herîrçî cihgirê Wezareta Tendirustî a rejîmê ragihand, ku hegera hindê heye pêla 2`em ji vîrûsa Koronayê serî hilde.

Ev îtirafa wî desthilatdarê rejîmê di demekê de ye ku parek ji berpirsên rejîmê, basa kontirolkirina Koronayê dikin û basa serkevtin û cejn û keyfxweşî eyankirna xwe dikin.

“Herîrçî” di demekê de vê hişyariyê dide ku renge Koronaya 2`em di rê de be, desthilatdarên Wilayeta Feqîh, hebûna vîrûsekî wekî Koronayê bo xwe bi ne`emet dizanin ku kariye gelek xizmetê bi rejîmê bike.

Koronayê karî xelkê bêxe malan, karî berahîka xwenîşandan û nerizayetiyê bigre, karî perdê bi ser kuştara meha Xezelwerê de bikêşe, karî xistina xwarê ye balafira Ukraynê ji bîra cîhanê bibe, karî perdê bi ser bernama navokî de bikêşe, karî bêkarî, birsîtî, bihatî, bandora dorpêçan, hemûyan bipeçêve.

Lewma ev hişyariya “Herîrçî” zêde wekî mizgîniyekê bo desthilatdaran, heta xemxwariya ji xelkê. Wî got renge Korona hertim digel me be.

Her li derheq nîgeraniya berfirehtirbûna Koronayê di Îranê de, Dr. “Peyam Tebersî” berpirsê para tûşbûn bi vîrûsan, li nexweşxana “Mesîh Danişwerî” got: “Egera hindê heye ku Korona zêdetir bimîne û dibe em bi jiyan digel Koronayê re adet bikin.”

“Tebersî” herwisa got, aliyê kêm pêka beravirdan heya sala 2022`an dibe xelk rênimayiyên xweparastinê berçav bigrin, li ber ewê ku egera hindê heye ku di sala bê de jî bi pêleke nû belav bibe.