
Di rojên derbasbûyî de, berqa bajarê Selmasê bi caran û li pey hev qut dibe û rohn nîne ku bi çi sedemekî berqa wî bajarî tê qutkirin ku xisarên aborî yên xelkê wî bajarî li pey xwe hebûye.
Çendîn roj e ku pirsgirêka qutbûna berqê di bajarê Selmasê de heye û rohn nîne ku ew qutbûn bi çi hegerkî tê kirin, emrazên berqî yên malan di wî bajarî de bi sedema wan qutbûnên li pey hev dişevitin, kar di kargehên pîşeyî de radiweste û nikarin di dema hewce de karên xwe bi serastî encam bidin.
Bazar û dukanên wî bajarî jî bona dabînkirina ronahî û emrazên berqî yên nav dukan û firotingehan de neçarin bi kirinîna motorên berqê wê pirsgirêkê çareser bikin ku xercekî zêde heye.
Xelk ji rewşa qutbgûna berqê nerazîne û pêka gotinên xelkê, karbidestên rejîmê ti zaniyariyek derheq sedema wan qutbûna berqê bi wan re nadin.
Berpirsên rejîma Îranê bi cihê çareserkirina wê pirsgirêkê û dabînkirina berqê bo xelkê, hişdarî dane ku dibe hay ji nerizayetiya wî xelkê hebin.
Berpirsên rejîmê di dema krîzan de, bi tenê bas ji kêmitir bikaranînê dikin û ti rêçareyeke bi wec bo çareserkirina pirsgirêkan tinînin.