Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Heiko Maas”: Îran dibe li berjiwendiya Bercamê mifahê verbigire

18:32 - 10 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Karûbarê Derve yê Almaniyayê di serdana xwe ya bo Îranê got: Îran dibe li berjiwendiya Bercamê mifahê verbigire, lê, hatina derê ya Amerîkayê li lihevkirina Bercamê heya qasekî dijwar kiriye.

li gorî Nûçegihaniya “Euronews”ê, roja Duşemî 20`ê Cozerdana 1398`an(10`ê Hezîrana 2019`an), Wezîrê Karûbarê Derve yê Almaniyayê “Heiko Maas” di gel Wezîrê Karûbarê Derve yê Îranê Mihemed Cewazerîf li bajarê Tehranê derheq mijara Bercamê civîn pêk anî û ragihand: Îran dibe li berjewendiya Bercamê mifahê verbigire, lê vekişiyana Amerîkayê li lihevkirina Bercamê hinekî dijwarî pê anîne, û rejîma Îran dibe bi bê hebûna Amerîkayê li Bercamê bimîne û dibe wê lihevkirina Navikî û gotûbêjên di gel Ewropayê biparêze.

Herwisa di vê civînê de, wezîrê karûbarê derve yê Îranê Mihemed Cewazerîf jî got: Rejîma Îranê destpêka tu şerekî nabe, lê, li rûdana her şerekî dawîbûna wê di destê êrîşkar de namîne.

Herwisa wezîrê karûbarê derve yê Îranê Mihemed Cewazerîf di berdewamiya axavtinên xwe de got: Me berê jî dabû zanîn ku, hatina “Heiko Maas” bo Îranê hilgirê peyameke wisa nabe, û tenê li çarçêveya mijarên girêdayî bi Bercamê dicive û em jî civîna di gel “Heiko Maas” gellek micîd digrin.

Rayedarên rejîma Îranê li ser vê rewşa aloz ya aboriya welat û dijberiyên tev welat û xwedî hêzên cîhanê li hemberî Îranê, dîsan wekî berê gefan li ewlehiya herêmê dixwen, û ev nebûna niyeta pak ya rayedarên rejîmê û berdewam kirina kiriyarên terorîstî yên xwe di cîhan û deverê de nîşan dide.