
Di Îranê de bi sedema hejarî û birsîmana beşek ji xelkê, rêjeya diziyê gelek zêde bûye û hejmarek ji dizan gotine ku bi neçarî dest avêtine diziyê.
Bêkarî, nebûna derfeta kar, bilindbûna nirxan û zêdebûna hejarî li seranserê Îranê bûye sedem ku gelek ji xelkê hejar nekarin hewcehiyên bingehîn ên jiyana xwe dabîn bikin û tevî vê yekê ku dizî di kultura xelkê de kiryarek qirêj e, beşek ji xelkê rû bi diziyê kirine.
Dizîna “asin, deriyên menholên averoyan, alavên şikestî ên malan, sîm û kablên berqê û çendîn tiştên din” li Îranê gelek zêde bûne û xelkê Îranê roj bi roj hejartir dibin û berpirsên rejîmê ku sedema bingehîn a wan kirîzane ne, bilî siloganên rengawreng ti pêngavekê bo çareserkirina hejarî û rojreşiya xelkê hilnagirin.