Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejarî li Îran û Kurdistanê di asta bilind de ye

11:24 - 16 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Tevî bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê di Îran û nemaze Kurdistanê de, vê carê jî dora nebûna ard di gelek nanvaxaneyên bajarê Urmiyê de pirsgirêkeke mezin bi dû xwe re aniye.

Di bajarê Urmiyê de, tevî bilindbûna nirxa tiştên destpêkî û sedan hewcehiyên din, hejarî gihaye astekê ku di gelek nanvexanan de, li ser kaxezê nivîsîne ku “deyindan qedexeye heta bo tu hevalê hêja”, li ser deriyên nanvexanan dane.

Eve di halekê de ye ku, hejarî di bajarê Urmiyê de gihaye astekê, ku bi wî awayî di ser deriyên nanvexanan dinivîsin ku deyndan qedexe ye.

Herwisa di wan nanvaxanan de jî, bi awayekî gelek kêm ard peyda dibe.

Hejarî û bêkarî, bêhêvîbûn û sedan tiştên din, wisa kiriye ku xelkê hejar nekarin hewcehiyên destpêkî ên jiyanê bo malbatên xwe dabîn bikin.

Gelek caran jî, li jiyanê bêhêvî dibin û dawiyê bi jiyana xwe tênin. Rejîm jî parê wî xelkê terxanê mûşekan û karê terorîstî dike.