
Kurdistanmedia: Piştî êrîşa Tirkiyê li ser rojavayê Kurdstanê hejmara avarên Rojavayê Kurdistanê, di herêma Kurdistanê de zêdetir ji 19 hezar kesin.
Piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û girûpên tûntajo ên ser bi Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, pareke zêde ji xelkê sivîl avareyê herêma Kurdistanê bûn.
Heya niha zêdetir ji 19 hezar welatiyên sivîl avareyê herêma Kurdistanê bûne û di nav wan avaran de, hejmarek zêde ji jin, zarok û kesên kal jî têde hene.
Berê jî, di dema destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê û êrîşa girûpa terorîst a DAÎŞê li ser deverên Rojavayê Kurdistanê, nêzî 209 hezar kesên sivîl ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê avareyê herêma Kurdistanê bibûn, û di kempên avaran de hatibûne cihkirin.
Herêma Kurdistanê di dema destpêka êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, çendîn caran ji rêya dezgehên xirxwazî ve alîkarî gihande nav welatiyên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê.